- Последний пост
- 20 июл.
- Последнее чтение
- 15 авг.
- Постов за неделю
- 0
- Всего постов
- 20
- Тип
- открытый
- Язык
- ku
- Категория
- Новости и СМИ (по похожим)
- В каталоге с
- 13 авг.
- 1/24сутки в ленте
- 1 638
- 1/48двое суток
- 1 877
- 1/72трое суток
- 2 024
Оценка по просмотрам недавних постов: пост набирает почти всё за первые сутки.
Посты
Govend tenê govendek nîne... Lêdana dilê netewekê ye. Ev vîdeo bi evîna çanda Kurdî hate amadekirin. Hêvî dikim hez bikin û belav bikin.
Ji kerema xwe gotarê bixwînin û heke pêkan be, bi hevalên xwe re jî parve bikin. Spas ji hemû we re.
ANF | Kuzey Kürdistan'da Kürtçenin yok olma riski https://anf-news.com/kurdIstan/kuzey-kurdistan-da-kurtcenin-yok-olma-riski-231057
ANF | Li Bakurê Kurdistanê xetereya windabûna zimanê Kurdî https://kurmanci.anf-news.com/kurdistan/li-bakure-kurdistane-xetereya-windabuna-zimane-kurdi-214805
📜 Navê Helbestê: Rûyê Xiyanetê Ev helbest dengek e li dijî xiyanetê û ji bo kesên ku rastî û rûmeta welat diparêzin.
Berxwedana 14'ê tîrmehê : Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek. https://studio.youtube.com/channel/UCW0Wb5Q1NsHvfr0hV0SoWcQ
WÊNEYÊN TÊKILDARÎ DARVEKIRINA SEYÎD RIZA Û HEVALÊN WÎ DERKETIN HOLÊ.
Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) hevalê 'Cemal' Mûrat Karayilan nirxandinên pir girîng kirin. Pêşnîyar dikim her hevalek temaşe bike.
Şevbaş hevalên hêja Spas bo nêrînê ve gohdar kirîna ve û kurdî axaftina ve serkeftin. Bijî Rêber APO
Beşek ji wêneyên cangorîyên Serhedê ku di medya cara yekem tê parvekirin. Em bi rêzdarî neviyên biroyê heskê Têlî bi bîr tînin. @fedyiyenserhede
без подписи
Ciwanên kurd mêrxasên çav sor şêre jinên heft gurçik çiyayên Kurdistanê li benda vene mil bidin xuşk û birayên xwe yên serê çiyan.
без подписи
Peyama bi wesîleya Meha Şehîdan a Fedaî Endamê Fermandariya Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan: 📌 Îro ji her demê bêhtir pêwîstî bi ruhê fedaî heye 📌 Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîste zîhniyeta xwe biguherînin 📌 Beriya her tiştî divê Rêber Apo azad bibe 📌 Ya duyemîn: divê hebûna gelê Kurd qanûnî bibe 📌 Dema herdu pêk hat hingî pêvajoya entegrasyona demokratîk bi pêş dikeve 📌 Heta ku gavên qanûnî neyên avêtin gerîla dest ji çekê bernadin 📌 Ji bo Lozana duyemîn neyê ferzkirin divê em bi rengekî awarte nêzîk bibin 📌 Divê yekîtiya neteweyî teqez pêk were 📌 Di vê pêvajoyê de her îhtimal heye 📌 Ruhê fedaî em li ser piyan hişt 📌 Di çarçoveya berpirsyariya şoreşgerî de her kes berpirsyar e
📌Entegrasyon Çi ye?
Hunermend Hozan Diyar Dersim di derbarê provakasyona kû li dor alê hatiye kirin daxûyaniyek girîng da.
Divê nêzîkatiya şaredariya demokratîk bê pêşxistin. Tevgera şaredariya demokratîk, weke toreke berfireh a civakî, ji komînên gund û taxan bigire heya kooperatîfan, ji rêxistinên civaka sivîl heya saziyên mafên mirovan, ji têkoşîna azadiya jinê heya parêzvanên mafên zarok û heywanan, ji ciwanan heya ekolojîstan, divê li her derê rêxistinbûna civaka demokratîk ava bike. Di serî de jin, divê giranî li ser xebatên zarok, ciwan, perwerde, ziman, çand, huner, tenduristî, aborî û ekolojiyê bê dayîn. Qadên hilberînê divê bên zêdekirin û ji bo bêkariya ku roj bi roj mezin dibe bibe çareserî. Di pêşengiya jinan de divê qadên nû yên jiyanê bên honandin. Divê tevlîbûna gel a ji bo rêveberiyê û daxilkirina gel a di nav hemû biryaran de esas bê girtin. Konseyên Bajêr û Meclisên Bajêr bên avakirin; welatî dikarin li vir bicivin, her cûre pirsgirêkên xwe yên aborî û civakî nîqaş bikin û biryaran bigirin. Eger şaredariya gel a demokratîk bê pêşxistin, gel wê xwedî li şaredariya xwe derkeve; bi vî rengî, nêzîkatiyên antîdemokratîk ên wekî tayînkirina qeyûman jî nikarin bi hêsanî pêş bikevin. Şaredarî ne dewletperestiya piçûk e. Lê pergala ku tê sepandin dewleta mîkro ye. Hem ji aliyê felsefî hem jî ji aliyê pratîkî ve divê mirov ji vê ramanê rizgar bibe. Şaredarî ne dewleteke mîkro ne, komun in. Li Ewropayê bingeha şaredariyê komun e. Li cem Kurdan jî ‘kom bûn’ e; koka wê xwe dispêre hezar sal berê û ji van axan heya Ewropayê belav dibe. Dewlet makro difikire û nêzîk dibe, komîn jî çareseriyên mîkro dibîne; di navbera her duyan de diyalog, muzakere û pêşbirkek çêdibe lê pevçûn çênabe. Bi vî rengî civaka sivîl dibe xwedî fonksiyon û vediguhere saziyên çandî, civakî û aborî yên rastîn. Divê di şaredariyan de ku zemin û derfeta van hemûyan lê heye ruhê komunê bê pêşxistin û hemû xebat bi vî ruhî bên meşandin. Tenê nîqaşkirin ne bes e, êdî dema avakirin û bicihanînê ye. Me di Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk de li şûna çînê komun bi cih kir, nîqaşên xurt hatin meşandin. Em ne çînê û ne jî dewletê înkar dikin. Lê dewlet wekî girêkekê mezin dibe. Senteza me ya dewlet û komunê, li şerên bêwate yên cemidî yên ku dibin sedema aloziyên mezin û ji bo îdealîzekirina zêde ya çînparêziyê wek bersivekê pêş dikeve. Em vê yekê her ku diçe nermtir dikin. Jehrkuja vê, veguherandina têkiliya komun û dewletê ya ber bi têkoşîn û pêşbirkeke demokratîk ve ye. Tiştê ku vê dawiyê li Sûriyeyê tê xwestin ku bê kirin, ji vî aliyî ve girîng e; li Iraqê jî divê ev yek bê bicihanîn. Hilbijartina waliyekî Tirkmen li Kerkûkê mînak e; Tirkmen li vir ne dewleteke mîkro ne, dikarin bibin komuneke ku naverokê ew bixwe diyar dikin. Şaredarî divê bi hişmendî û girîngiya demokrasiya herêmî bên birêvebirin; şaredarî divê bi hişê kirtasiyegerî yê piçûk neyên birêvebirin. Ji paqijiyê heya hilberîna erzan, ji perwerdeyê heya tenduristiyê, ji çûnûhatê heya ekolojiyê, ji hemû hewcedariyên bajaran re bi nêzîkatiya komunê çareserî dikarin bên dîtin. Bes mirov bi nêzîkatiya “şaredarî komun in” tevbigere û tiştê pêwîst pêk bîne. Di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de serketina di rêveberiyên herêmî û şaredariyan de wê bibe sedema geşedanên nû; wê hêzeke zêdetir bide rewş û zemîna muzakereya demokratîk. Bi cidiyeta ku wê vê pêvajoyê pêş bixe, ez ji bo her kesê ku di xebatên pratîkkirina şaredariya gelparêz a demokratîk de cih digire serkeftinê dixwazim. Ez hêvî dikim ku Konferansa Rêveberiyên Herêmî jî bi serkeftî derbas bibe, silav û hezkirinên xwe yên bêdawî pêşkêş dikim. 24.05.2026 Abdullah OCALAN Girava Îmraliyê"
Rêber Apo: Demokrasiya xwecihî şahdemarê entegrasyona demokratîk e "Ji bo delegasyon û beşdarên Konferansa Rêveberiyên Xwecihî yên DEM Partiyê; Di beşeke mezin a dîrokê de, di civakê de diyardeya rêveberiyê li ser bingeha herêmî û xwecihiyê; bi gotineke din, li ser bingeha xweberêvebirinê ava bûbû. Heta di kevneşopiya dewletê de jî bi giranî rêveberiyên herêmî qaîde bûn, desthilatdariya navendî jî îstîsna bû. Hiqûqa derbasdar, hiqûqa herêmî bû. Ev kevneşopî, ji aliyê modela netewe-dewletê ya navendîparêz a homojen-yekparêz-hişk a modernîteya kapîtalîst a du sed salên dawiyê ve hat xerakirin. Çavkaniya bingehîn a hemû pirsgirêk û xetimandinan jî ferzkirina vê modelê û li dinyayê kiraskirina wê bû. Bi her du şerên cîhanê re, hemû cîhan û bi taybetî jî welatên Ewropayê yên ku ev zihniyet afirandin, êşên ku ji faşîzmê derketin bi awayekî xedar jiyan û hîn jî dijîn. Ji salên 1950'yî û vir ve hiqûqa herêmî, netewe û çandê, her çend bi sînor be jî, ji nû ve hat pênasekirin û derbasî qanûnên bingehîn ên demokratîk bûn. ‘Şertê Xweseriya Rêveberiyên Herêmî’ ya ku welatên Yekîtiya Ewropayê pejirandine, dewamiya vê pêvajoyê ye. Vegera li demokrasiya herêmî bûye xelasiya welatan û bêhndana civakan. Li Rojhilata Navîn ku rola Tirkiyeyê tê de sereke ye, eger şensê îfadeya demokratîk ji tiştên herêmî û herêmparêz re bê naskirin, wê piraniya pirsgirêkan bi awayekî hêsantir bên çareserkirin. Bi taybetî rakirina şerha li ser demokrasiya herêmî dikare Tirkiyeyê di sedsala duyemîn de li herêmê bi hêz bike. Ji bo çareseriya demokratîk; avabûna ji nû ve hem ji bo civakan hem jî ji bo dewletan şert e. Herikîna giştî û hewcedariya serdemê jî bi kêmkirina navendîparêziyê û zêdekirina tiştên herêmî ve girêdayî ye. Ajotin û berxwedana li dijî herikînê; krîza siyasî, aborî û ekolojîk a heyî kûrtir dike. Ji xwe sedsalek bi vî rengî ji dest çûye û her kesî pê winda kiriye. Divê mirov nekeve nav wê şaşiyê ku li bendê be da ku pergalên navendîparêz ên antîdemokratîk bixweber biguherin. Têkoşîna rêxistinkirî û domdar a pêkhateyên çandî û herêmî yên demokratîk, di lezkirina guhertinan de diyarker bûye. Demokrasiya herêmî û qanûnên bingehîn ên demokratîk jî di encama têkoşînên bi vî rengî de hatine pêşxistin. Formula ‘demokrasiya herêmî û destûra bingehîn a demokratîk’, di heman demê de formula çareseriya aştiyane û demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Şahdemara entegrasyona demokratîk a ku em di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hewl didin pêş bixin jî demokrasiya xwecihî ye. Entegrasyona demokratîk tenê bi demokrasiya xwecihî dikare wateya xwe bibîne. Çavkaniya polîtîkaya qeyûman a ku salên dawî tê sepandin jî tunebûna demokrasiya herêmî ye. Li welatekî ku demokrasî tê de bi hêsanî dikare bê înkarkirin, tu pirsgirêk nayên çareserkirin û jixwe li ber çavan e ku nehatine çareserkirin jî. Pirsgirêka Kurd di asta rêveberiya herêmî de gihîştiye qonaxa çareseriyê. Ne tenê di çarçoveya pirsgirêka Kurd de, ji bo tevahiya Tirkiyeyê rêya derbaskirina pirsgirêkên heyî yên rêveberiyên herêmî, di ser demokrasiya herêmî ya bi hêz re derbas dibe. Demokrasiya herêmî ya ku di bin ewlehiya hiqûqê de ye, formula çareseriyê ya herî rasteqîn û yekane ye. Ji bo Sûriye, Iraq û Îranê jî tiştê pêwîst, sepandina tam û bêkêmasî ya demokrasiya herêmî ye. Jehrkuja hemû neyiniyan, siyaseta demokratîk û demokrasiya herêmî ye. Gihîştina civaka demokratîk tenê bi vî rengî mumkin e. Di pêşxistina demokrasiya herêmî de rola rêveberiyên herêmî diyarker û pêşeng e. Pêngava yekem a demokrasiyê jî û ya komunên demokratîk jî herêm e. Pêşxistina şaredariya gel a komînal û demokratîk, li ser vê rêyê rênîşander e. Ji bo vê yekê, divê ne li ser bingeha navend, desthilatdarî û yekdesthilatdariyê, li ser bingeha gel modelên alternatîf ên civakî, aborî û ekolojîk bên pêşxistin. Sermayeya herî mezin a rêveberiyên herêmî gel e; eger keda gel bibe yek, tu pirsgirêka ku mirov nikaribe çareser bike nîne.
“ Siyaset yapmaya izin verilirse Silahları bırakmaya hazırız” Kürt Halk Önderi Sayın Abdullah Öcalan’nın Tarihi Konuşması Moderatör-Günay Aslan (MedTv 01 Eylül 1998) 1.Bölüm http://t.me/Rojkutuphanesi
Kürt Halk Önderi Abdullah Öcalan'dan KNK Genel Kurulu'na mesaj